Di demeke nêz de Aram Tîgran
Di demeke nêz de
Aram Tîgran
Tomar û Berhevkirina Noteyan: Elî Seîd
Ez dikarim bibêjim ku mamoste Aramê Tîgran ji bo hunera kurdî ew strêka ku weke wê çênebûne û dê çênebin. Çi kesê li deng, stran û cimbişa wî guhdar kiribe, dizane û dê zanibe ku ev huner hunereke cuda ye ji hemû rengên huneran (stran).
Min di vê pirtûka xwe de aniye ziman ku mamoste Aramê Tîgranê Ermenî hejmara herî mezin ji stranan li ser netewe û tevgera kurdî ya şoreşger bi gotin û awazên herî xweş bi rih û hunereke taybet pêşkêş kiriye û ya herî balkêş ku tu kesî hejmara stranên li ser newrozê weke Aramê Tîgran nenivîsîne û negotine.
