Jina Girtî Melîka Ofqîr Michele Fitoussi
Jina Girtî
Melîka Ofqîr
Michele Fitoussi
Wergera ji erebiyê: Kawa Xelef
Edîtorî: Aram Hesen
Ev pirtûk ji xebata navenda mezopotamiya ya wergerê hatiye wergerandin.
Di demeke nêz de ji weşanên Şilêr derdikeve
Romana Jina Girtî, sala 1999an, ji hêla lehenga romanê Melîka Ofqîr û nivîskara Tûnisî Michele Fitoussi ve bi zimanê fransî hatiye nivîsîn û piştre ji bo gelek zimanan hatiye wergerandin ku yek jê erebî ye. Jina Girtî romaneke rastbîn û rasteqîn e û dikeve rêza wêjeya zindanan. Tê de jiyana Melîkayê ya li koşkên Mihemedê Pêncem û piştre El-Hesenê duyem, paşê jî jiyana wê û malbata wê ya di zindanên mexribî de tê vegotin, piştî ku bavê wê Mihemed Ofqîr derbeyeke leşkerî li dij şah pêk tîne. Malbata Ofqîr bîst salan di zindanên mexribî de dimîne û bi fermana şahê Mexribê El-Hesenê Duyem, kurê Mihemedê Pêncem, rastî rêzerêkarên herî tund û asê tên. Birçîbûn, tîbûn, hal û nexweşî, gemar û qirêjî û her tiştên bed û kirêt di wan zindanan de tên serê wan. Melîka Ofqîr di vegotina çîroka xwe de dibêje ku du caran sêwî bûye: Carekê dema ku bavê wê hat kuştin û carekê jî dema ku bavê wê yê lixwegir bû tajanbazê wê û bîst sal ji jiyana wê û malbata wê di hundirê zindanên li biyabana Mexribê de li ber bê şewitandin. Divê em bi bîr bixin ku ev roman şewqê diavêje ser jiyana gelek mirovên mîna Mekîkayê ku li vê cîhanê çendîn rastî zilm û tepeserkirina pergalên serdest tên.
