Weşanxaneya Şilêr - Qamişlo

Kilîdeka Piçûk Dikare Derîyekê Mezin Veke

Kilîdeka piçûk dikare derîyekê mezin veke
Şoreşa Rojavayê
Ji îngilîzîyê: Zozan Birko
Wêneyê bergê: Rodî Tehlo
Dîzayna bergê: Serwer Mirad
Di demeka nêz da ji weşanên NEQŞê û weşanxaneya Şilêrê derdikeve.

“Tirkîya piştgirî daye dagîrker û kujerên tundrew, tevî vê jî dewlet wê razî dikin û li ber wê digerin. Gelo em dê biserkeftina Kobanîyê li van dewletan pîroz bikin?
Divê bê zanîn ku şoreşa Rojavayê ji destpêkê heya îroj têkoşîna gelan e. Berevajî serîhildanên din ên van demên dawî, pir baş bû ku ew ji ber şert û mercên jiyosiyasî ji alîyê tu kesî ve nehatibû girtin û karî bi hêza xwe li hember hemû astengîyan li ber xwe bide. Helwesta wêrek a Kobanîyê ya li hember zilamên ku dixwazin rengên reş bi ser xakên Rojhilata Navîn da berdin, li nava hemû gelên têkoşer ên cîhanê deng veda. Ji ber ku her kes dixwaze pehra wan ji vê biserkeftinê hebe, gelek kes pesnê Kobanîyê didin û hinek jî mîna rastgir û îslamofobîyan niha wê wekî amûr bi kar tînin. Lê heman hêzên ku niha Kobanîyê ji bo berjewendîyên xwe dişopînin, siyaseta van şervanên wêrek wekî kiryarên terorîstane bi nav dikin.”
#Rojava

Leave A Reply

Your email address will not be published.